Hunermendên kurd berê xwe dan Kobanê

16:07

JINHA


AMED - Hunermendên kurd, li hember êrîşen çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dan Kantona Kobanê. Hunermendan, bang li hemû hunermend û rewşenbîran kir ku bila ben sînor û gelê Kobanê tenê nehêlin. 

Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ku li ser Kantona Kabonê ya Rojava, bi dehan hunermendên kurd li Amedê bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê li hev kom bûn û berê xwe dan sînorên Kobanê. Hunermendan beriya ku bi rê bikevin li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn li hev civiyan û li ber avahiya Cegerxwînê daxuyanî dan çapemeniyê. 

Li ser navê hunermendan, hunermend Alî Geçîmlî axivî û got ku derdora gelê kurd ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Geçîmlî, da zanîn ku di dîroka gelan de bûyerên bi vî rengî hezar salî carekê diqewimin lê gelê kurd di dîroka xwe de gelek caran bi van inyatkirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Geçîmlî bal kişand êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê û wiha got: "Hewceye ku mirov vê rastiyê bibînin û li gorî vê esasê tevbigere. Dorpêçkirina Kobanê û encama berxwadana wê hate asta diyarkirina pêşeroja gelê kurd. Ev êrîş hebûn û tunebûna me dê derxe holê. Heke em li vê têkoşînê xwedî dernekevin dê bibe sedema windakirina hezar salan." 

'Dîrok kesên bêdeng dimînin efû nake'

Geçîmlî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya pirsgirêka kurd û li hember wê jî dûrutiya dewleta tirk. Geçîmlî, diyar kir ku ger dewleta Tirkiyeyê dev ji van nêzikatiyên xwe bernede dê bibe şîrikê qirkirina ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk tên. Geçîmlî got ku ew wek welatparêz û şorêşgerên hunermenden kurd li hember dorpêçkirina gelê xwe nikarin bêdeng bimînin û dê biçin ser sînorên Kobanê. Geçîmlî di dawiya axaftina xwe de got ku ew kesên ku li hember êrîşen çeteyan bêdeng bimînin dê dîrok wan tu carî efû neke. 

Piştî axaftina Geçîmlî, hunermend Emel Çîftçî jî bang li hemû hunermendên ku xwedî vîcdan in kir û got ku bila hunermend berê xwe bidin sînorên Rojava û li gelê xwe xwedî derkevin. Çîftçî, da zanîn ku hunermendên kurd yên herêma Amedê, piştre jî herêma Serhed, Botan û herêmên din jî divê biçin ser sînor. 

'Hunermend bila berê xwe bidin sînor'

Piştî daxuyanî û axaftinê hunermendan dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwadana YPG/YPJ'ê" û "Bijî berxwadana Kobanê" berzkirin û li maşîneyan siwar bûn ber bi navçeya Pirsûsa Rihayê bi rê ketin. 

(zt)