Birîndarên DAIŞ'ê li Riha û Dîlokê tên dermankirin
16:30
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê di encama pevçûna de birîndar dibin li Deriyê Sînor ê Akçakale yê Rihayê piştî rûyê wan traş dikin li nexweşxaneyên Dîlok û Rihayê di beşên taybet de tên dermankirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yê li Kobanê di pevçûnên bi YPG/YPJ'ê de birîndar dibin piştî li dersiyê sînor tînin Tirkiyeyê li nexweşxaneyan Dîlok û Rihayê tên darmankirin. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên birîndar dibin li Akçakaleyê hêj nebirin nexweşxaneyan tiraş dikin û wisa li nexweşxaneyan tên bicihkirin. Hate hînbûn ku 2 çeteyên DAIŞ'ê yên birîndar bûn li beşa di bin Nexweşxnaeya Mehmet Akîf Înan a Rihayê ya bi taybet hatî amadekirin dest bi dermankirina wan hate kirin.
Hate gotin ku çeteyên DAIŞ'ê yên din ên birîdar û hejmara wan nehate zanîn piştî tiraş kirin ji nexweşxaneyên Dîlok û Edeneyê bên dermankirin hatin şandin.
(zt)
