Sînem Mihemed: Divê DYA û YE piştgiriya YPG’ê bikin
16:37
JINHA
BERLÎN - Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Sînem Mihemed beşdarî semînereke siyasî ya derbarê geşedanên dawî li Rojava û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê bû.
Derbarê geşedanên dawî li Rojava û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê li Paytexta Almaniya Berlînê semînereke siyasî hate organîzekirin. Di semînerê de li ser vexwendina Perlemana Almaniya Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Sînem Mihemed, nûnerên rêxistinên mafê mirovan, saziyên civaka sivîl, Akedemîsyen, Rojnamevan, nûnerên Federesyona Êzdiyên Almaniya, nûnerê Komeleya Kongo Dr. Shinko Dikunda, hin şêwirmend ji Karûbarên siyasî û aborî ya bajarê Berlînê û nûnerên pêkhateyên Asûrî û Suryaniyan beşdar bûn.
Di semînerê de Hevseroka MGRK’ê Sînem Mihemed derbarê rewşa siyasî û geşedanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê de axivî. Sînem di axaftina xwe de got ku divê Emerîka û Yekîtiya Ewropa alîkariya Hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bike û destnîşan kir ku hêzên YPG’ê ev du sal in bi tena xwe li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide. Sînem di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku divê alîkariya bi herêmên kurdan ku pêşwaziya koçberên Şengalê kirin û hê jî pêşwaziya koçberan ji seranserî Sûriyê dikin, bête kirin.
Sînem bang li hemû aliyên têklîdar kir ku alîkariya saziyên taybet bi jinan ên Rojava ku hê jî li gorî kêmderfetên xwe tevdigerin, bikin. Di dawiya axaftina de Sînem di navbera wê û hin beşdaran de derbarê rewş Rojava de nîqaş derket pêş.
Di semînerê de her wiha nûnerê Fedrasyona Êzdiyên Almaniya, nûnerê pêkhateya Asûriyan û Saziya “UNA KURD” axivîn.
(zt)
