Yekîtiya Star: Bila Civaka Navnetewî ji bêdengiya xwe derbikeve

17:19

JINHA


QAMIŞLO – Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo di daxuyaniyekê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan û bi taybet ên girêdayî jinan kir ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê ji bêdengiya xwe derbikevin. Her wiha bang li hemû partiyên kurdî û rêxistinên jinan kir ku li hemberê van êrîşên hov derbikevin.


Di çarçoveya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê de Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo daxuyaniyed da.


Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Gelê me li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li herêma Kobanê ev demeke ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî êrîşên herî hov tê. Ev êrîşên çeteyan li ser daxwaza dewleta Tirk ji bo vîna gelê Kurd bête şikandin û destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibin, pêk tên. Her wiha êrîşên wan li dijî herêma Kobanê ji ber ku kaniya şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.”


Di berdewama daxuyaniya Rêxistina Yekîtiya Star de wiha hate destnîşankirin: “Em wekî encamên Yekîtiya Star bi gotinên herî tund van êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên herêma Kobanê şermezar dikin. Em bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan û bi taybet ên girêdayî jinan dikin ku ji li hemberî kiryarên çeteyan li dijî welatiyên sivîl ji bêdengiya xwe derbikevin û van êrîşên hov şermezar bikin. Her wiha ji ber ku hêzên YPG’ê li şûna tevahî cîhanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ev demeke dirêj e şer dike, divê alîkariya lojîstîk, leşkerî û siyasî bi YPG’ê re were kirin da ku karibin welatiyên sivîl û jiyana hevbeş biparêzin û nehêlibin sînaroya Şengalê li Kobanê dubare bibe.”


Daxuyaniya Rêxistina Yekîtiya Star wiha bi dawî bû: “Em bang li hemû partiyên siyasî yên kurdî û rêxistinên jinan dikin ku bi berpirsiyariya xwe yên netewî û dîrokî li hemberî gelê xwe yê Kobanê rabin û bi rola xwe ya pêşeng di parastina rewa ya ax û gel de rabin.”


(zt)