‘Çeteyên DAIŞ’ê bi navê îslamê bê ehlaqiya herî mezin dikin’

09:00

Zinarîn Aydîn/JINHA


CIZÎR – Jinên kantona Cizîrê di derbarê êrîşên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê berdewam dike de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku pêwîste tevayî raya gişatî li hemberî van kiryaran xwedî helwestbin.  Jinan dan zanîn ku hin dewlet alîkarî didin DAIŞ’ê  û gotin: “Dewleta tirk jî yek ji dewletên ku herî zêde alîkarî didin DAIŞ’ê ye. Ji ber van kirên dewtleta Tirkiyê divê gelê kurd yên li bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê li hemberî van kirinan şiyar û baldarbin. Em bang li hemû kurdan dikin bi hestiyarî tevbigerin û tevlî berxwedana Kobanê bibin."


Êrîşên DAIŞ’ê yê ser kantona Kobanê li Rojava û tevahiya Kurdistanê bû sedema nerazîbûnên tund. DAIŞ ji bo ku hêzên xwe derbasî kantona Kobanê bikin di riya sînorên dewleta tirkî re derbas dibe û gelê Rojava vê bi çavê xwe dibînin. Li hemberî vê rewşê dema ku ajansa me ya JINHA yê li kantona Cizîrê ya Rojavayê kurdistanê daket kolanan ji jinên kurd û areb pirs kirin. Jinan li hember êrîşên DAIŞ’ê yê ser kantona Kobanê nerazîbûnên xwe tund dan diyar kirin. Jinan ji bo piştgiriya Kobanê banga mezinkirina berxwedanê li tevayî gelê kurd û tirk kirin. Jinan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştevaniya hêzên YPJ/YPG’ê duruşme bilind kirin.


'Emê heya dawî bi li peyî Rêber Apo û berxwedana YPG'ê bin '


Jina bi navê Hind Hesen Mihemed destnîşan kir ku êrîşên DAIŞ yê li ser kantona Kobanê êrîşeke ser tevayî gelê kurd û gelê Rojhilata Navîne û wiha got: "Ev êrîşên DAIŞ’ê bi qasî ku mirovan bi rengekî hovane dikuje di aliyê derûnî de jî zordariyê li jin, zarok, kal û pîran dikin. Bi navê îslamê dixwazin xwe bidin nîşandan lê pir eşkere li ber çavan xwiyaye ku tu têkiliya wan bi dîn û bi xwedê re jî tune ye. Dewletên ku ji xwe re dibêjin em muslimanin gereke vê yekê qebûl nekin. ji bo ku DAIŞ bişkê çi ji destê me bê emê bikin û emê heya dawî li peyî doza Rêber APO û berxwedana YPG'ê bin."


' DAIŞ bi tena serê xwe nikare li hemberî gelê kurd tiştekî bike '


Jina bi navê Sultan Qasim jî diyar kir ku DAIŞ tevgereke bi serê xwe nîne. Sultan da zanîn ku ew her tim rewşa Kobanê dişopînin û êrîşên ser Kobanê şîrove dikin. Sultan destnîşan kir ku îro DAIŞ bi tena serê xwe nikare li hemberî gelê kurd tiştekî bike û wiha domand: "Em pir eşkere desteka hin dewletan ya li gel DAIŞ’ê dibînin. Yek ji wan jî dewleta tirkî ye. Em bi çavê xwe dibînin ku dewleta tirkî tirênên xwe ji DAIŞ a bi ser gelê Rojava de dişîne. Pêwîste ku gelê tirkî jî vê yekê qebûl neke û bi çalakiyên xwe destek bide xelasiya gelê Kobanê û yê Rojava. Tevayî gelê kurd pêwîste xwe li hemberî DAIŞ’ê bikin yek û tişta bi serê gelê me yê li şengalê anîn bi serê gelê me yê li tu deverên din neynin."


‘Em dixwazin tevayî gelê kurd êdî bê şer jiyan bike’


Delîla Ferec jî di derbarê êrîşên DAİŞ’ê yê ser kantona Kobanê de nêrînên xwe anîn ziman. Delîla diyar kir Ku ew dixwazin komên çete ji tevayî Rojava derkeve û gelê Rojava jî di nava aramiyekê de jiyan bike û wiha berdewam kir: "Em dixwazin tevayî gelê kurd êdî bê şer jiyan bike. Gelê kurd ji şer hez nake lê ji bo azadiya xwe jî tucar teslîm nabe. Bijî Serok APO, bijî berxwedana YPG û serkeftin ji wan re ye û ji gelê kurd re ye.”


'Hovîtiya DAIŞ tehdîdeke ji bo tevayî gelan'


Jina areb Neda Alî Mihemed ku ji ber şer bi malbata xwe re ji şamê reviya bûn jî di derbarê kirnên DAİŞ’ê de nêrînên xwe weha anî ziman "Hovîtiya DAIŞ’ê tehdîdeke ji bo tevayî gelan. Ji ber tiştê ku ew dikin û dixwazin bighêjînê nakeve xizmeta tu civak û tu gelê ku dixwazin bi îradeya xwe ya azad jiyan bike. Em jî muslumanin bera li ser navê îslamê kiryarên xwe yê qirêj rewa nekin. Di tu ciyekên îslamê de ne gotine mirovan şarjê bikin û ne heqiyê li mirova bikin û zoriyê bikin. Îslam nabêje jinan tecawiz bikin û wan bifroşin. Di îslamê de ev weke bê exlaqî tê dîtin. DAIŞ bê exlaqiya herî mezin dike bi navê îslamê. Em li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên ser gelê kurdin ji ber ku ew jî mirovin û mafê wan yê jiyanê heye.”


Jinên bi navê Sultan Sadê, Cemîla Yunûs û Nişmiya Alî jî diyar kirin ku ew ji êrîşên DAİŞ’ê yên ser kantona Kobanê ji bo wan metirsiyek mezin çêdikin. Ew bi xêra berxwedana YPG’ê û ya gelê Kobanê têne parastin. Ji bo wê diyar kirin ku ew bi her tiştê xwe bi vê berxwedaniyê re ne û bang li tevayî gelê kurd jî dikin ji bo ku li hemberî êrîşên DAIŞ’ê xwe bikin yek û hêza xwe ya berxwedanê mezin bikin


(za/zt)