Li Mûşê şideta ser jinan
09:59
Şehriban Aslan / JINHA
MÛŞ – Girêdayî jinên Mûşê yên şidetê dibînin hem ewlehiya wan ya can nîne û hem jî cihek bi ewle yê biçinê nîne Aktîvîsta Komeleya Banê Jinan ya Mûşê Nurcan Çetinbaş nirxandin kir. Nurcan diyar kir ku ji bo reşwa jinên şidetê dibînin wan di serî de li gel şaredar û gelek bîrokratan hevdîtin kirine, lê heya niha tuştek nehatiye kirin.
Weke hamû civakan ji bo jinên Mûşê jî şidet di asta pêşdeye. Peyîwendîdar jinên Mûşê yên şidetê dibînin li ji bo demî li yurdên zarokan bi cîh dikin. Ev jî di aliyê ewlehiyê de jinan zêdetir dixe bin xetereyê. Jinên Mûşê yên şidetê dibînin cardin neçar dibin vedigerin cihê lê şidetê dibînin. Ji bo jinên Mûşê yên şidetê dibînin ne şaredar û ne tu peyîwendîdar tu gavan navêjin.
‘Ji derveyî îqna kirina jinan tu rêyên dinê nîne’
Nurcan diyar kir ku ji bo jinên Mûşê yên şidetê dibînin tuştek nayê kirin û wiha got: “Ev bi salane ji bo wateyek bê dayîna vê kêmaniyê û rakirina wê ji holê tu karek nehatiye kirin. Ji derveyî îqnakirina jinan û cardin vegerandina cihê kul ê şidetê dibînin tu çareyên dinê nîne. Ji berk u di wan yurdan de bi tu awayî ewlehiya canê wan nîne. Paşê jî weke ku jin bi daxwaza xwe ji yurdê derketin ewraqê wan tê dagirtin. Paşê jî ji bo jinan dimîne. Êdî wan dikuje yan jî nêzîkatiyek baş li wan dikin kes nizanin.”
‘Bîrokrat gelek bê baldar nêzdibin’
Nurcan anî ziman ku ji bo ewlehiya jiyana jinan wan serî lig elek cihan dane, lê heya niha tuştek ji bo wan nehatiye kirin û wiha domand: “Bi tayîbetî jî em li gel Şaredarê Muşê Feyat Asya gelek caran hevdîtin kir. Her carê ji bom e gotinên weke dê mala sitargeha jinan Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatan veke.”
(zt)

