Li Kobanê DAIŞ’ê darbeyên giran xwarin: 20 çete hatin kuştin
10:23
JINHA
KOBANÊ– Şervanên YPG’ê li rojhilatê Kobanê du çalekiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê li darxistin. Di encamê de 20 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, tirimpêlek û doşkayek 23 hatin rûxandin û 6 tirimpêl jî derbe xwarin.
Şer û pevçûnên li rojava, başûr û rojhilatê herêma Kobanê di 15’ê îlon di navbera YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de hatibû despêkirin berdewam dike. Çeteyên DIAŞ’ê li beramberî berxwedana şervanên YPG’ê û gelê Kobanê derbeyên giran dixwin. Şervanên YPG’ê di saetên 23.30’an li gûndên Eyin elbat, Tilik, Qebecux yê rojhilatê Kobanê 2 çalekiyên bi bandor darxistin. Di encamê de 20 çete hatin kuştin, tirimpêlek û doşkayek 23’ê hate rûxandin û 6 tirimpêl jî derbe xwarin. Hate zanin ku çeteyên DAIŞ’ê li gûndê Eyin elbat bi tirimpêlên hamir kuştiyên xwe kişandine.
Çeteyên DAIŞ’ê wextê bi hewara kuştiyên xwe ve tên şervanên YPG’ê li wan dixin, di encamê de tirimpêlek hat rûxandin, 6 tirimpêl derbe xwarin û gelek kuştî birindarê çeteyan çêbûn.
(zt)
