Parlamenterên HDP'yî îro dest bi greva birçîbûnê dikin
10:31
JINHA
AMED- Parlamenterên HDP'ê Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Kemal Aktaş û Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca, li dû hin danûstandinên îro yên li Cenevreyê, wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê lidar bixin û îro dikevin greva birçîbûnê.
Der barê mijarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevseroka me û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak a li Kobanê lêkolîn kir, bi parlamenterên HDP'ê Kemal Aktaş, Sebahat Tûncel û Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, ranebûna NY bi wezîfeya xwe û bêdengiya li trajediya mirovahiyê ya navneteweyî, li Cenevreyê li dû hin hevdîtin û danûstandinan we îro li ber avahiya NY çalakiya rûniştinê lidar dixin û dest bi greva birçîbûnê bikin."
(zt)
