Li Rojilat û Rojavayê Kobanê şer berdewame

10:58

JINHA


KOBANÊ – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundên rojhilat û rojavayê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî lidar xistin. Pevçûnên ku bi çalakiyan re destpê kirin, didomin.


Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, şervanên YPG’ê û welatiyên Kobanê li dijî çeteya çalakî pêk anîn. Nûçegihanan destnîşan kirin ku çalakî îro serê sibehê li gundên Eyn El Bet û Taştok ên li rojhilatê Kobanê û gundên Qişlê û Sosan ên li rojavayê Kobanê hatin destpêkirin.


Bi çalakiyan re li herdu aliyan pevçûnên dijwar destpêkirin û hîn didomin.


(zt)