Ayşe Toksoz: Dem dema ketina nava tevgerêye

11:17

Zehra Dogan-Dilan Karamanoglu/JINHA


STENBOL- Endama BÎKG’ê Ayşe Toksoz diyar kir ku divê her kes li henberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê bikevin nava tevgerê. Ayşe da zanîn ku dê di rojên pêş de takvîma çalakiyên xwe diyar bikin û got: “Armanca me şikandina bêdengiya jinên aliyê Rojavaye.”  


Her diçe bertekên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê zêde dibin. Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê endamên Hewla Jinan ya ji bo Aştiyê (BÎKG) yê li hev civiyan ji bo ku êrîşên ser Kobanê bêxin rojeva jinên Tirkiyê û tevayî cîhanê dê rêzeçalakiyan li dar bixisn. Endama BÎKG’ê Ayşe Toksoz bêdengiya hikumeta AKP’ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rexne kir û wiha got: “Bi berdana êsîrên wan êdî bahaneyek ya Tirkiyê nemaye. Dêvê êdî jin bikevin nava liv û tevgerê.”


Ayşe balkişand ser siyaseta Tirkiyê ya veşartî û wiha domand: “Di şerê 30 salan li Tirkiyê de her dem mirov ji hev cuda kirin. Tuştên ku kurdan jiyan kirin tirkan jiyan nekirine. Lig ora hin agahiyên şaş mirov ber bi dijminahiyê ve kaş kirin. ji ber wê jî hîsên cudabûnê bi mirovan re çêkirin. Niha welatiyên tirk yên li rojavayê tirkiyê ne di ferqa bi kurdan re heman qederê parkirinê denin.”


 (zt)