Wekîlên HDP'ê li sînor dest bi çalakiya rûniştinê kirin

11:21

JINHA


RIHA - Parlementerên HDP'ê bi leşker û polîsên li Deriyê Sînor ê Kobanê Serxetê bi bombeyên gazê êrîş li jin, zarok û kesên pîr kirin hevdîtin kirin û xwestin êrîşa leşkera û polîsan bê rawestandin. Piştî leşker û polîsan daxwaza wekîlan bi cih neyana 4 wekîlên HDP'ê li ber sînorê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Gelek polîsên çewîk ji bo xurtkirina leşker û polîsên li ser sînor ên bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê li zarok, jin û kesên pîr ên li Deriyê Sînor ê Kobanê Serxetê disekin dikin re hatin şandin. Parlementerên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim û Îbrahîm Bînîcî û Parlementera Wanê ya serbixe Aysel Tugluk bi armanca leşker û polîs paşve bên vekişandin bi rayedaran re hevdîtin kirin û piştî tu encama bi dest nexistin de bi çalakiya rûniştinê kirin. Wekîlên li ber têlên sînor dest bi çalakiya rûniştinê kirin hinek welatî jî tevlî bûn. Berî çalakiyê Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan daxuyaniyek kin da û diyar kir ku heye gelê li qada kon tên ber sînor dê çalakiya xwe bidomînin. Ayhan bang li gelê Bakûrê Kurdistanê û demokratên Tirkiyeyê jî wiha kir: "Divê hemû kes berê xwe bide vir. Divê qirkirina li Kobanê bê rawestandin." Welatiyên ji Kobanê hatin ber sînor jî bi sloganên "Bijî Berxwadana YPG'ê", "Bijî Gerîla" û "Bijî Serok Apo" piştgiriyê didin gelê rastî êrîşa polîs û leşkeran tên.

(zt)