Welatiyên Êlihê ber bi sînorê Kobanê ve birêketin

11:45

JINHA


ÊLIH – Ji Êlihê gelek welatî bi boneya piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ber bi sînorê Kobanê û Pirsûsê ve bi rê ketin.

Li Êlihê bi boneya piştgiriyê bidin berxwedana Kantona Kobanê û li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê derbikevin, gelek welatî li hev kom bûn û ber bi navçeya Pirsûsê ya Riha yê ve bi rê ketin. Di nava welatiyan de endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, rêveberên DBP û gelek kesên din hene. Welatî yên li minîbusan siwar ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.

(zt)