Eyşfe Efendî: Dema dirûşmeyan derbas bû, tevlî berxwadê bibin
11:51
JINHA
KOBANÊ– Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî destnîşan kir ku êdî dema dirûşmeyên wekî “bi can bi xwîn em bi Kobanê re ne” derbas bûye û yên ku dixwazin piştgiriyê bikin divê derbasî Kobanê bibin û tevlî berxwedanê bibin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî ku tevlî bernameya nûçeyan a Ronahî TV bû, destnîşan kir ku li Kobanê berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Eyşe Efendî diyar kir ku ew jî dê wekî dayikan heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin û nahêlin ku çete bikevin herêmê.
Eyşe Efenî, derbarê daxuyanî û axaftinên ji bo piştgiriya Kobanê têne kirin de jî axivî û rexneyên xwe anîn ziman. Efendî bal kişand ku roj roja têkoşînê ye, ne roja dirûşmeyan e û wiha dom kir: “Em wan daxuyanî û sloganên wekî ‘Bi can bixwîn em bi Kobanê re ne’ qebûl nakin. Yên dixwazin alîkariyê bikin, bila werin Kobanê û tevlî berxwedanêbibin.” Eyşe Efendî got ku ew ê bi têkoşîna xwe Riha û Kobanê bikin yek û banga tevlîbûna têkoşînê li gel kir.
Efendî anî ziman ku tu banga wan ji bo rêveberî û hikûmetan nîn e û got: “Tu hêviya me ji wan nîn e, hêviya me ji gelê me ye. Bila xwe li sînoran bidin û tevlî berxwedanê bibin.”
(zt)

