Li Sînor êrîşa leşker û polîsan berdewam dike

12:00

JINHA


RIHA - Bi sedan polîs û leşkeran cara duyemîn êrîş li welatiyên li ser sînor kir û hezaran bombeyên gazê avêtin gundê Edmanîk û konên li sînor hatin vedan. Li qadê gelek kes birîdar in û li gund dukel bilind dibe.

Bi sedan polîs û leşkeran êrîş li konên li gundê Edmanikê yê navçeya Pirsusê ya Rihayê yên bi armanca piştgiriyê bidin Kantona Kobanê hatin vedan kir. Polîs û leşker bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li welatiyan dikin û kon û malê gundiyan jî bûn hedefa polîs û leşkeran. Polîs û leşkeran bi bombeyên gazê û ava şid welatî ji qada kon lê hatin vedan derxistin û kon dorpêçkirin. Li gund ji ber bombeyên gazê yên polîs û leşkeran şewat derket û li qadê ji wesayîtekê dukel bilind dibe. Çalakiya wekîlên HDP'ê ya li sînor jî berdewam dike. Welatiyên ji qada kon û gund hatin derxistin jî bi kevir, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiva leşker û polîsan didin û gelek kes birîndar hene.

Êrîşa polîs û leşkeran berdewam dike.

(zt)