Li sînor leşkeran zarokek Rojavayî birîndar kir

12:07

JINHA


RIHA - Zaroka bi navê Fatme Îzettîn Osman a 13 salî ya ku ji rojavayê Kobanê xwest derbasî gundê Bêrecûkê bibe ji aliyê lekeran ve bi çekê hate birîndarkirin. Zaroka biçûk a ku bi giranî birîndar bû li Bêrecûkê tê dermankirin.

Zaroka bi navê Fatme Îzettîn Osman (13) a ku ji gundê Aşme yê rojavayê Kobanê dixwast bi malbata xwe re derbasî gundê Aşmeya Jorîn a serxetê ji aliyê leşkeran ve hate birîndarkirin. Zaroka biçûk a bi giranî birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê. Dermankirina Îzettîn li beşa lezgînî berdewam dike.

(zt)