DAIŞ’ê 8 sivîl kuştin û 11 kesên din jî revandin

12:14

JINHA


KOBANÊ – Çeteyên DAIŞ’ê li gundên rojhilatê herêma Kobanê 8 welatiyên sivîl di nava wan de jin û zarok jî hebûn, bi awayekî hovane kuştin. Her wiha 11 welatiyên din jî revandin û hê jî çarenûsa wan nehatiye zanîn.


Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên herêma Kobanê ji 15’ê îlonê ve berdewam e. çete di êrîşên xwe de çekên giran bikar tînin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji gundên rojhilatê herêma Kobanê wergirtine, çeteyên DAIŞ’ê 5 welatiyên gundê Qeremûx ên bi navên “Mihemed Oso (55), kurekî wî navê wî nehat zanîn, Muslim Qadir (60), Mihemed Elî û Nebo Sîno” bi awayekî hovane kuştin.


Her wiha çeteyan du zarokên ku pezên xwe li gundê Xerbîsan diçêrandin bi hovîtî kuştin. Her wiha li gundê gundê Eyn El-Bet jî sekvanekî çeteyan jinek ku navê wê nehat zanîn hedef girtin û kuştin. Li gundê Koşkar û Eyn El-Bet nê rojhilatê herêmê jî çeteyan 11 welatiyên sivîl di nava wan de jin û zarok jî hebûn revandin. Hin jin navê ku hatine naskirin ev in: “Hecî Xelîl Koro û du keçikên wî Newroz û Melek ên ji gundê Koşkar û sê birayên hev ên bi navên Ehmed Muslim, Selah Muslim û navê birayê sêyemîn jî nehat zanîn, salih Keçelo û hevjîna wî û 3 zarokên wî yên Eyn El-Bet”


Çarenûsa welatiyên ku hatine revandin hê jî nehatiye zanîn.


(zt)