Jinên Ereb ên Cizîrê xwe birêxistin dikin
13:18
JINHA
GIRKÊ LEGÊ – Bi armanca şopandina rewşa jinan û birêxistinkirina jinên Herêma Cizîrê, Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya girêdayî Yekîtiya Star li Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a bajaroka Rimêlanê bi jinên pêkhateya Ereb re civiya.
Di çarçoveya kar û xebatên Rêxistina Yekîtiya Star a Herêma Xweser a Cizîrê, îro Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya girêdayî Yekîtiya Star li Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a bajaroka Rimêlanê bi jinên pêkhateya Ereb re civiya. Civîna ku Berpirsiyarê Komîteyê Macîde Ehmed, Endama Komîteyê Xense Hemze û gelek jin ji pêkhateya Ereb ên bajarê Girkê Legê, Rimêlan û gundên derdorê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Macîde Ehmed derbarê geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê, Şengalê û bi taybet êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê de axivî. Macîde êrîşên çeteyan li dijî welatiyên sivîl û bi taybet firotina jinan di bazaran de bi tundî şermezar kirin û got ku ev kiryarên çeteyan li dijî maf û rûmeta jinan sûcek giran e.
Macîde di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo rê li pêşiya kiryarên çeteyan bête girtin divê hemû jin ji hemû pêkhateyên herêmê li hemberî van çeteyên hov destên xwe bidin hev û li ber xwe bidin. Macîde her wiha berxwedana şervanên YPJ’ê ku ji hemû cîhanê re îspat kirin ku ew dikarin rûmeta jinan biparêzin, silav kirin. Macîde di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan di piştgirî û alîkariya hêzên YPG’ê û YPJ’ê de di aliyên xurtkirina sazî û rêxistinên civakî de û got ku divê projeyên taybet bi jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkên rastî jinan tên bêne aktîfkirin.
Piştre derberê şêwaza birêxistinkirina jinên Ereb ên heman deverê de, deriyê nîqaşê di navbera beşdarên civînê de hate vekirin.
(zt)
