Li Şirnexê kana komurê hat xwar û karkerek di bin de ma

13:44

JINHA


ŞINREX - Li herêma Toptepe ya Şirnexê di encama hezana kana komûrê de karkerek di bin axê de ma.

Li herêma Toptepe ya Şirnexê hezana kana komurê pêk hat. Di encama hezanê de karkerek di kanayê de di bin axê de ma. Piştî karkeran agahî da ekîbên xilaskirinê ji bo karker xilas bikin çûn herêmê. Ekîbên gihiştin herêmê ji bo karker xilas bikin dest bi xebatan kirin.

(zt)