Ciwanan deriyê Sînor ji tirafîkê re girtin
14:18
JINHA
RIHA – Ciwanan Deriyê Sînor ê Serxet a li Pirsûsê bi kevir û TIR’an ve ji trafîkê re girtin û pevçûna di navbera leşker-polîs û ciwanan de jî didomin, polîsan konên ku hatine vedan radikin.
Bûyerên ku piştî êrîşa polîsan a li dijî gelê li Pirsûs û sînorê Kobanê disekinin dest pê kir didomin. Polîs leşkerên ku qada kon lêh atine danîn tevahî valakirin û bi guleyan êrîşî ciwan û gel kir. Pevçûnên li gundê Endamîk û derûdora gund didomin û ciwanan riya Deriyê Sînor a Serxetê bi kevir ji trafîkê re girtin. Ciwanan mifteyên TIR’ên ku diçin jî girtin û wesayît bi dirêjahî li rê rêzkirin. Bi sedan leşker bi TOMA’yan ve kevirên di de paqij dikin lê TIR li rê nikarin bên rakirin. Polîs û leşker bi bombeyên gazê êrîşî ciwan û gelê li jora rê bi cih bûne dikin. Ciwan jî bi keviran bersiv didin wan.
Li aliyê din di encama kevirên ku ciwanan avêtin de gelek leşker birîndar bûn û gelek cop û mertalên cendirme û polîsan jî hatin desteserkirin. Li ser vê yeke rayedarên leşkerî hişyariya “zêde neçin” li leşkeran kir û ji ber vê yekê jî ji dûr ve êrîş dikin. Li aliyê din çûn û hatina qada konan hate qedexekirin û Walî û rayedarên emniyetê jî bi wesayîtên zirxî û panzeran hêzên xwe kontrol dikin.
(zt)

