Jinên Gerilla: Peyîwira me ya despêkê parastina jinane
09:43
Asiye Tekin - Guler Can / JINHA
MEXMÛR – Gerillayên YJA Star yên k udi Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê de cîh digirin diyar kirin ku ew ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tayîbetî ser jinan beşdarî nava şerbûne û dê heya dawiyê li hemberî qirkirinên jinan berxwedanê bilind bikin. Ji gerillayên YJA Star Bêrîvan Sarya got: “Li hemberî hemû êrîşên ser jinan armanca me ya sereke parastina jinane.”
Ji 7’ê tevaxê heya niha gerillayên YJA Star hatine Kampa Mexmûr din ava berxwedana dijî DAIŞ’ê de cîh girtine, hem jinan û hem jî giştî gel diparêzin. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê kamp hatibû valakirin, lê carekedinê dema ku Yekîneyên Berxwdana Mexmûrê kamp ji çeteyan rizgarkir, koçberên kampê vegeriyan cihên xwe.
‘Bi rêxistin kirina hamû jinan dikare jin bigihihn azadiya xwe’
Yek ji gerillayên YJA Starê yên li Mexmûrê hemberî çeteyan şer dikin Bêrîvan Sarya wiha axivî: “Êrîşa ser gelê Rojava û Şengalê di heman demê de êrîşa ser romet û hesyeta gelê meye. Em gerillayên YJA Starê peyîwira me ya parastina gel heye. Li hemberî hemû êrîşên ser jinan armanca me ya sereke parastina jinane.” Bêrîvan da zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser jin, zarok, dayîkan û hemû gel bi tayîbetî jî revandina jinan bi hêzên YJA Star re hêrsek mezin daye çêkirin. Bêrîvan destnîşan kir ku heger kes şer neke jî dê ew weke jin li hemberî hişmediya çeteyên DAIŞ’ê heya dawiyê şer bikin û jinan bi parêzin. Bêrîvan di dawiyê de bang li hemû jinan kir û wiha got: “Divê hemû jinên ciwan din ava hêzên parastina jinan de cîh bigirin. Em ne tenê din ava YJA Star û YPJ’ê de cîh digirin di heman demê de em din ava hêzên parastinên herêmî de jî cîh digirin û ji bo parastina jinan û hemû gel emê bigihin armanca xwe.”
‘Ji bo em ji DAIŞ ya li jinan xistî tolê hilînin em beşdarî berxwedanê bûn’
Ji jinên gerilla Dîlan Serdar jî wiha axivî: “Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê em weke hêzên YJA Star û HPG’ê me din ava berxwedana Memûrê de cîh girt. Li Mexmûrê m eşerek giran jiyan kir. Armanca me parastin û azadkirina çar aliyê Kurdistanêye. Yek ji herêmên Rojhilatanavîn yên ku DAIŞ ketiyê jî Mexmûre. Li vêderê şerekê despêkir. Em niha parastina Mexmûrê dikin. Di rastiyê de em hem di parastinê de û hem jî di şer de cîh digirin.” Gerilla Nujiyan Ararat jî anî ziman ku azadiya jinan ji bo wan mijarek pir giringe û wiha domand: “Armanca me li hemberî darbeya DAIŞ’ê li jinan dayî êrîşî DAIŞ’ê kirine. Em jî ji bo tola jinan hildîn, ji bo ku bibin bersiv tevlî berxwedanê bûn. DAIŞ’ê bi tayîtetî jin biçuk dîtin û darbeya wan ya yekem revandina jinan bû. Bersiva me jî di çarçoveya rizgarkirina jinan dene.”
(zt)

