Şer û pevçûnên li Kobanê didomin
10:03
JINHA
KOBANÊ – Li gundên rojavayê Kobanê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şevêdin jî dijwar bûn û hîn didomin. Di şer û pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û 2 wesayîtên ku çeka doçka li ser bûn, hatin rûxandin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji eniya şer ragihandine, şevêdin li gundên Xorxorîn û Selîm ên rojavayê herêmê û Girê Qişlê yê li başûr rojhilatê herêmê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de şerên dijwar rû dan. Nûçegihanan ragihandin ku di van pevçûnan de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Di pevçûnên li gundê Qişlê de jî doçkayek 23 û doçkayek 14.5 ên çeteyan hatin rûxandin.
Hate ragihandin ku li van herêman pevçûn dom dikin.
(zt)
