'Ji bo ku carekedinê zarok qirkirinan jiyan nekin min soz da'

10:31

Medya Doz / JINHA


ŞENGAL - Ji jinên gerilla yên din ava Ykîneyên Berxwedana Şengalê de cîh digirin Viyan got: "Weke qirkirinên ku dapîra min vedigot, tuştên min jiyan kirî jî bi hîskirin qirkirinek dinê tevlî qirkirinên dapîra xwe kir. Bi çengê xwe yê birîndar ew zarokên kum in neqil dikirin û ji cihê qirkirinê dur dikirin, min bi dehan soz dane wijdanên xwe ji bo ku zarok tucarî qirkirinan jiyan nekin."


Şengal tenê bi qirkirinên k udi dilê mirovan de şopên neyên sîlkirin nehêlaye, di heman demê de di binhişiyan de jî bi qirkirinên dinê yên dîrokê ve dide girêdan." Ew qirkirinên ku min weke çîrokan ji dapîra xwe guhdar kirine, niha jî di çiyayê Şengalê de qirkirina ser zarokan dibînim. Zarokên k udi hemû dîn û nijadan de bûne guhdarvanên çîrokan zarokin, niha jî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di çeperên hevpar de şer dikin. Bi hezaran gerillayên kurd, ermenî, asurî, ereb, êzidî û jig elek gel û baweriyan bi heman armancê li Şengalê gihane hev. Yek ji van gerillayan jî Viyan ya ji Amedê û zaroka malbatek ermeniye. Di dema qirkirina ermeniya ya sala 1915'an de malbata wê koçî Rojava bajarê Kobanê kiriye. Viyan din ava şoreşa Rojava de beşdarî gelek şeran bûye û bi dehan caran birîndar bûye. Herî dawî jî li gundek yê Sinuên yê Şengalê birîndar bûye.


'Ji ber fikira revandina jinan min xwe negirt'


Dema ku birîna wê hinek baş bûye carekedinê Viyan vegeriyaye nava Yekîneyên Parastina Şengalê. Viyan wiha dibêje: "Dema ku em û çeteyên DAIŞ'ê hatin beranberî hev û me şer kir din ava çend saniyeyan de hemû bûyerên qirkirinê yên ku dapîra min ji bom e digot weke şelîtek ya filîm li ber çavên min re derbasbûn. Di nava wê saniyeyê de weke ku ez bûm dapîra xwe û min jî qirkirinek li yên wê jiyan kirî zêde kirî din ava wê saniyê de min hîsek wiha jiyan kir. Dema ku gel lî sînor re derbaz dibûn, ji ber fikirîna jinên hatîn revandin min nekarî xwe bigirim û min bi çengê xwe yê birîndar zarok di guhastin. Ji bo ku carek dinê zarok qirkirinan jiyan nekin min bi hezaran soz da wijdanên xwe. Çî ji destê min bê ezê bikim."


 (zt)