Ji DAIŞ'ê re bi trênê sewqiyata tangan

10:42

JINHA


RIHA - Îdîaya ku Tirkiye li herema gundê Sibkiran a ereban bi trênan tang, cebirxane û lojîstîkê dide çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê rojavayiyan ve hate piştrastkirin. 

Êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên ji 15 îlonê heta niha li ser Kobanê didomin. Li hemberî çeteyên hov lehengên kurd jî li hemberî van êrîşên xwînxwaran dîroka berxwedanê ji nûve dinivsin. Li gel vê bergxwedana lehengî ya kurdan, dewleta tirk jî dev ji dijminiya xwe ya dîroki bernade. Rojavayiyên ku îdîayên Tirkiye li herema gundê Sibkiran bi trênan tang, cebirxane û lojîstîkê dide çeteyên DAIŞ'ê piştrast kirin, anîn ziman ku Dewleta Tirk 10 tang, gelek cebirxane û lojîstîk daye çeteyan û piştî ev tişt gihiştine destê wan çeteyan li hemberî Kobanê dest bi êrîşe kirin. 

Welatiye rojavayî yê bi navê Şervan Omar ku ji gundê Kultepeye piştî meşa 3 rojan ji destê çeteyan xeles bûye û gihişitiye Pirsûsê diyar kir ku wan bi çavê xwe dîtiye ku tren ji çeteyan re hatine sewqkirin. Omar, gotinên xwe wiha domandin: "Tren ji gundê me derbas bû û li cem gundê ereban yê Sibkiranê rawestiya. Tangên tirkan û çeteyên DAIŞ'ê hatin peyakirin. Piştî vê wê êvarê şer derket. Ji wan 74 kes mirin. Ew şev nikarin şer bikin. Zêdetirê roj ve şer dikin. Roja din dîsa bi heman şiklî hatin û dest bi şer kirin. Ji bo em namûsa xwe rizgar bikin ji gund derketin. Heta dawiyê em ê Kobanê bi parêzin."

Welatiyê bi navê Kurşît Muhammed ê di bêje ew ji gundê Gugdikê ye tiştên dîtine wiha vedibêje: "DAIŞ hate gundê me. Tu kes nehiştin. Piştî ew hatin gund şervanên YPG'ê jî hatin bi wan re şer kirin û 100 kes ji wan kuştin. 3 tangên çeteyan ji aliyê YPG'ê ve hatin ruxandin. DAIŞ'ê malên gundiyan hemû şewitandin. Me dît ku wê demê ji aliyê Tirkiyeyê bi trênan sewq dikin. Her wiha endamên çeteyan, cebirxane û tiştên xwarinê bi trênê anîn heremê. 

Dîsa ji gundê Bugdikê welatiyê bi navê Delîl Hemik got ku pişti çete hatine gund wan dest bi berxwedanê kirine û wiha got: "Me bi YPG'iyan re tangên wan şewitandin. Em dê niha malbatên xwe deynin vê derê û cardin biçin şer bikin."

Welatiyê bi navê Reşat Hemo ê ji heman gundî, diyar kir ku bi çavê xwe dîtiye ku Dewleta Tirkiyeyê bi trênê ji çeteyên DAIŞ'ê re tang, cebirxane û tiştên xwarinê aniye. Hemo her wiha got ku wê heta dawî Kobanê biparêzin û wiha axivî: "Em jî dê li hemberî tangên wan ji bo li cem YPG'ê şer bikin cardin biçin şer. Bila ji şehîdên me re sûnd û peyman be. Em Kobanê bernadin. Heta dayî em ê biparêzin."

(zt)