Leşkeran gefên 'Em dê we bidin DAIŞ'ê' li welatiyan xwar

10:47

JINHA


RIHA  - Welatiyên Rojavayî yên li sînorê gundê Ovan ê Pirsusê li eraziyên bi mayîn bi sewalên xwe re di navbera DAIŞ'ê û leşkerên tirk de mayîn rastî gefên leşkerên tirk ên "Em dê we bidin DAIŞ'ê" hatin û rastî êrîşa leşkeran a bi gaza îsotê û qontaxên çekan hatin.

Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kirin jin, zarok û kesên pîr birin qadên bi ewleh û gelek kes hatin gundê Ovan ê navçeya Pirsusê ya Rihayê. Welatiyên hatin li cem xizmên xwe bi cih bûn û hinek jî ji aliyê Rêxistina DBP'ê ya Pirsusê û şaredariyê ve hatin bicihkirin. Welatiyên pezê xwe bi xwe re anîn jî li sînor di navbera her du aliyan de man e.

Welatiyên di navbera gundê Qeramox ê Kobanê û Ovan ê Pirsusê de mayîn ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin û çeteyên DAIŞ'ê jî gefên heke riya asfaltê derbas bikin dê serê wan jê bikin, kiribûn. Leşker ji welatiyên Rojavayî yên di navber her du gundan de mayîn re gotin, "Em destûrê mirovan didin lê ya sewalan nadin. Em jdibêjin werin hembêza dewletê ya bi şefqet lê nayên." Hate hînbûn ku leşker li welatiyên li wir mayîn re gefên "Em dê we jî û sewalên we jî bidin DAIŞ'ê." xwarin.

'Em dê we bidin DAIŞ'ê'

Piştî konê li gundê Ovan hatibû vedan birin gundê Ednamîkê welatiyên derbasnebûyîn li wir man. Ji welatiyên ji gundê Xarebnaz ê Kobanê hatin Edîbe Muhammed û Abdullah Suriye rastî gefên leşkeran ên "Em dê we teslîmî DAIŞ'ê bikin" hatin û ligel vê yekê rastî êrîşa leşkeran a bi qontaxên çekan hatin. Muhammed û Suriye li xizmê xwe Ekrem Parmaksiz ê li Pirsusê geriyan û alîkarî xwestin. Li gorî vegotinên Parmaksiz leşker destûra welatiyên darpkirî nade û xizmên wan ên tên jî bi guleyên li beran wan dirêjînin asteng dikin. Parmaksiz, diyar kir ku gule li wan neketin û bi leşkeran re nîqaş kirinû xwestin xizmên xwe yên birîndar bigirin. Parmaksiz, anî ziman ku piştî astengiya leşkleran demek şunda xizmên xwe yên birîndar Abdullah Suriye û Edîbe Muhammed ji aliyê din ê sînor girtin û bi wesayîta xwe bir Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê û wiha got: "Xizmên min li min geriyan û gotin, 'Leşkeran sewalên me telef kirin. Em jî birîndar kirin.' Dema ez jî çûm min dtî ku leşkeran sewal gulebaran kirine û telef kirine. Mirov jî birîndar kiribûn."

'Ji bo ambulans bê li benda erêkirina leşkeran ma'

Parmaksiz, da zanîn ku ew li ambulansê geriyan lê ji wî re bersiva "Heke leşker bigerin em dê bên" û wiha axivî: "Ez welatiyeke im bang li ambulansê dikim lê nayê. Ev mirov çend rojin li wir in û mexdur in. Tu tiştekî wan tuneye." Parmaksiz, bilêv kir ku dema pirsa "Çima hûn naşînin nexweşxaneyê" ji leşkeran kir vê carê jî bi bombeyên gazê êrîş kirin. Parmaksiz, destnîşan kir ku demek dirêj destûr nedan kesên birîndar bibin nexweşxaneyê û wiha pê de çû: "Min ji leşkeran re got, 'Dê bimirin' an jî ji min re got 'Bila bimirin'"

Parmaksiz, anî ziman ku piştî demek dirêj bi leşkeran re nîqaş kir şunda leşker li ambulansê geriyan û wiha got: "Piştî leşker li ambulansê geriya, hatin lê dereng mabûn."

(zt)