Piştî DAIŞ'ê niha jî îşkenceya AFAD'ê

11:00

 


JINHA


RIHA - Welatiyên ku ji hêla AFAD'ê ve li YÎBO'ya Pirsûsê hatine bicihkirin xwarinê nade wan û pikewîtên hişt ku dema wan derbasbûye dide wan. AFAD wextê ku pikewîtan belav dike jî îzdihamê nava welatiyan derdixe û li ser vê yekê jî propagandaya AKP'ê dike. Welatî ji ber ku livînê ku li ser razên tune ye ji neçarî li ser betonê radizên. 

Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ji Kobanê 5 hezar welatî ji sînor derbasî Pirsûsa Rihayê bûn. Welatiyên ku canê xwe ji destê çeteyên NDAIŞ'ê xilaskirin vê carê ketine nav lepê AFAD'ê. AFAD welatiyên ji Kobanê hatin li Dibistana Seretayî ya Herêmê ya Leylî ya Pirsûsê (YÎBO) wargehek ava kir û wan li wir li ber xwe didin. Ji ber ku hê jî konên wsrgehê bi temamî neqediyane 3 hezar kes li her du avahiyên wir hatine bicihkirin. Welatî li vê wargehê tî û birçî tên hiştin. Tenê di taştê de şorbe nîşk didin û her du danên din birçî, derbas dikin. Li wargehê ev du roj in xwarina nîvroj û êvarî nayên dayîn.

Av, xwarin tuneye û nikarin paqijiya xwe bikin.

Welatî ji ber kuı av tune ye nikarin pêdiviyên xwe yên serşûştinê pêk bînin. Ji ber ku ava avahiyê naherike tuwaletên wê nayên bikaranîn. Welatî di nava şert û mercên bêtenduristî de dimînin û bêhna genî ji avahiya tên. Ji ber ku peyqirdarên paqijiyê tune ne welatî jbi derfetên kêm hewl didin paqijiya xwe pêk bînin. Wextê ku mirocv dike avahiyan çavên wan li sergoya ku kom bûye dikeve û zarokên ku li ser betaniyê razane dikeve. 

Wan di karê berhevkirina pembo de dixebitînin

Welatiyan diyar kirin ku ji ber ku li wargehê xwarin nayê dayîn ji neçarî bi pereyên xwe xwarinê ji derve dikirin û ji bo pere qezenc bikin divê bixebitin. Welatiyan da zanîn ku ji neçarî diçin karê berhevkirina pembo de dixebitin û bi mînîbusan wan dibin erdên pembo.

Belavkirina pisşkewîtan di dihêlin îzdiham çêbibe 

Ji bo xwarinê li welatiyan pişkewîtên kevn û yên dîrokên wan derbas bûne belâv dikin û di belavkirina piskewîtan de dihêlin ku îzdiham çêbibe. Ev piskewîtên kevn dibe xwarina welatiyan û bi van piskewîtan zikê xwe têr dikin. Wextê ku van piskewîtan belav dikin ji welatiyan re ev tişt diibêijn "Ev xwarin ji hêla serokwezîr û AKP'ê ve tên belavkirin" û bi vî awayî propagandaya AKP'ê dikin. 

'Em ê vegerin Kobanê'

Welatiyên ku hatine wargehê gotin ku wextê hatine Pirsûsê ji wan re gotine ku wargeh xweş in û li ser van gotinan hatine wargehê û wiha axivîn: "Bi tenê piskewîtek xistin destê me. Li vir xwarin tune ye, av tune ye û cihê razanê tune ye. Em nikarin serê xwe bişon."

Welatiyan bi bîr xistin ku li salonên ku livîn lê tune ye û tene betanî lê heye radizên û gotin ku ew ê dîsa vegerin Kobanê." 

'Piskewîtên dîrokên wan derbasbûne li wan belav dikin'

Wehîbe Mitefa ku hevjînê wê di berxwedana Kobanê de cih digire, ji bo zaroka xwe ya yek salî biparêze hatiye Pirsûsê û ev tişt anî ziman: "Ev der ne cihekÎ ku mirov lê bijî, Lê ji bo zaroka xwe biparêzim ji neçarî hatim vir. Rewşa me ya vir gelekî xirab e. Ji ber şer me tu tiştek bi xwe re neanî vir. Li vir tu tiştekê nadin me, em li vir tî û birçî ne." Mistefa bilêv kir ku ew zû bi zû dest ji axa xwe bernadin û wiha pêde çû: "En kurd in zû bi zû dest ji axa xwe berndin. Em ji bo namûsa xwe biparêzin hatin vir. Lê em li vir di dibistanan de dimînin û em rêzêl bûne. Pisjewîtekê didin me ew jî dîroka wê derbas bûye, pêhna genî jê tê û ji ber hişke diranê me wê jênake. Zarokên me ji ber sermayê bi şevê ranazên." Mistefa anî ziman ku hevjînê wê li Kobanê di nava berxwedanê de ye û ew ji bo zaroka xwe biparêze hatiye vir û wiha domand: "Ger ku hewce bike em ê hemû canê xwe û ruhê xwe ji bo welatê xwe feda bikin."

Esma Mistefa ya ku hevjînê wê jî di nava berxwedana Kobanê de ye û bi du azrokên xwe yên yek jê 10 salî yê din jî 5 salî ye hatiye wargehê bi van gotinan hestên xwe anî ziman: "Ji ber ku li vir xwarinê nadin me em ji neçarî firingî û xiyaran ji derve distînin û bi wan zikê xwe têr dikin. Ew ji piskewîtan pêvtir tu tiştekî din nadin me."

(zt)