Çeteyên birîndar bûn li Rihayê tên dermankirin
11:07
JINHA
RIHA – Çeteyê bi navê Ammar Alo yê ku li Kobanê birîndar bû li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê re derbas kirin û ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.
Şer û pevçûnên li Kobanê bi dijwarî berdewam dikin û çeteyên DAIŞ'ê darbeyên mezin dixin. Çeteyên li Kobanê birîndar dibin li Rihayê tên dermankirin. Çeteyê bi navê Ammar Alo yê ku li Kobanê birîndar bûyî ji Dersiyê Sînor ê Akçakaleyê bi ambulansê hatin girtin û berê li Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê hate dermankirin pişt re bi polîsan re birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Li nexweşxaneyê çeteyê DAIŞ'ê tê dermankirin û li ber deriyê odeya wî û nexweşxaneyê polîs tedbîrên dijwar girtin. Hate ragihandin ku çeteyên din ên bîrîndar dibin jî li nexweşxaneyên Rihayê li beşên taybet ên hatin amadekirin tên darmankirin.
(zt)
