Şengaliyan bi meşê berxedana YPG’ê silav kirin
11:21
JINHA
DÊRIK – Bi hezaran Şengaliyê li Kampa Newoz dimînin ji bo silavkirina YPG/YPJ’ê daketin meşê.
Şengaliyên li Kampa Neweroz ya Dêrika Rojava dimînin bi boneya silavkirina berxwedana YPG/YPJ’ê li Rojava û Şengalê û di heman demê de şermezarkirina helwesta hikumeta Herêma Federala Kurdistanê ya li hemberî wan daketin meşê. Şengaliyên ku ketin meşê duruşmên silavkirina berxwedana kurdan bilind dikirin û peyamên yekgirtinê didan.
Yekem car Şengaliyên ji ber êrîş û qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê canê xwe rizgar kirine û li Kampa Newroz bicîh bûne meş kirin. Di meşê de duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şengal” û “Bijî yekîtiya gelan” hatin bilind kirin.
Piştî Şengalî saetekê meşiyan çalakiya xwe bi dawî kirin.
(zt)

