PAJK: Dê nikarin derbas bibin! Geçemeyecekler! No Pasaran!

12:28

JINHA


STENBOL – Bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kantona Kobanê girtiyên PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dê nikaribin derbas bibin! Geçemeyecekler! No Pasaran! Di despêka Şerê Cîhanê yê 2’emîn de hêzên faşîst êrîşî Îspanyayê kirin. Hemû rewşenbîr, sosyalîst û şoreşgerên cîhanê bi şîara No Pasaran! Dê nikaribin derbaz bibin! li ber xwe dan. Îro li hemû çeper û eniyên Kobanê mirovahî li ber xwe dide û çarenûsa mirovahiyê dinivîse.”


Girtiyên ji doza PAJK’ê tên girtin bi boneya piştevaniya bexwedana Kobanê li hemberî  êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kantona Kobanê û li hemberî wan êrîşan jî banga yek girtina gelê kurd daxuyaniyek nivîskî weşandin. Daxuyanî wihaye: “Dê nikaribin derbas bibin! Geçemeyecekler! No Pasaran! Di despêka Şerê Cîhanê yê 2’emîn de hêzên faşîst êrîşî Îspanyayê kirin. Hemû rewşenbîr, sosyalîst û şoreşgerên cîhanê yên k udi ferqa encamên êrîşên faşîzmê debûn li ba komunîstên Îspanyayê cihê xwe girtin û bi şîara No Pasaran! Dê nikaribin derbaz bibin! li ber xwe dan. Ji ber wan dizanî ew êrîşa faşîzane li hemberî mirovahiyêye.”


‘Îro berxwedana Kobanê ji ya Îspanyayê kilîtire’


Di daxuyaniyê de balhatikişandina ser çeperên berxwedanê yên li Kobanê çarenus mirovayiyê dinivîsin û wiha hati domandin: “Îro li hemû çeper û eniyên Kobanê mirovahî li ber xwe dide û çarenûsa mirovahiyê dinivîse.Dê sed sala pêşiya me gelê kurd û gelên Rojhilatanavîn yan aştiyek mayînde yan jî çarenûsek bi xwîn û pefçun bigirin. Ji ber wê jî îro berxwedana Kobanê ji ya Îspanyayê kilîtire. Ji lewre Kobanê di heman demê de mînaka şoreşê û jiyana sosyalîste.


Divê gelê bakurdê Kurdistanê û tayîbetî jî gelê Rihayê bizanin ji vê rojê wêdetir nîne. Divê peyîwira xwe ya dîrokî pêkbînin. Dewletê bidin zorê ku helwesta xwe ya li hemberî DAIŞ’ê bi guherîne û endamên wan ne hewîne. Divê gelê kurd û bi tayîbetî jî ciwanên Rihayê nehêlin rêyên hesin yên kut ê gotin ji DAIŞ’ê re cebilxaneyan dibin bên xebitandin. Divê parastina xwe xurtbikin ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê nekarin li bajarên Kurdistanê bi hewin. Divê tu tuxub nikaribin gelê bakur û Rojava ji hev cuda bikin.


Weke girtiyên jin yên siyasi emê bi fakx, name û daxwaznameyan polîtîkaya deshilat dariyê û polîtîkaya dewletên dinê pirotesto bikin. Emê di van çalakiyên xwe de îsrar bikin ku ewana neçar bibin helwesta xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê diyar bikin. Emê ji bo hemû fermanên gelê xwe amadebin. Weke heval Mazlum dibêje: “Berxwedan jiyane, berxwedan dibe serkeftinê, teslîmyet dibe îxanetê.” Bi vî awayî girtiyên PAJK’ê banga tevlîbûna berxwedanê li hemû gelê kurd kirin.  


(zt)