Gel careke din ber bi sînorê Kobanê dimeşe

12:42

JINHA


RIHA – Ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê çalakiya li gundê Etmanîk a Pirsûsa Rihayê kete roja çaremîn. Welatî serê sibehê careke din berê xwe dan konên ku hatibû xirakirin. 

Gel ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê careke din li sînorê Pirsûsa Rihayê kom dibin. Bi hezaran kesan berê xwe dan konê ku duh êvarê ji aliyê leşker û polîsanv e hate hilweşandin. Bi hezaran kesên ku bi sedan wesayîtan serê sibehê ji bo bigihîjin sînor li ketina Alîgorê ya Pirsûsê hatin astengkirin. Welatiyên ku wesayîtên wan hatin desteserkirin bi meşê barîqata polîsan şikandin. 

Di ketina Pirsûsê de astengiyên leşker û polîsan didome. Ligel astengiyan welatî riya alternatîf bi kar tînin û dixwazin xwe bigihînin sînorê Kobanê. Bi hezaran kesên ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê duh derketin rê û îro çev li rê ye ku bên xeta sînor. Welatiyên ku duh êvarê saet di 18.00’an de ji Agiriyê derketin di rê de di ketina navçe û bajaran de hatin astengkirin û kontrola nasnameyan hatin derbaskirin. Hate hînbûn ku wesayîtên welatiyên ji Agiriyê hatine, ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin. Li ser vê yekê welatiyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobana”, “Bijî berxwedana YPG’ê” bi meşê berê xwe dan anvenda Pirsûsê. 

Li aliyê din li gundê Etnamîkê ya sînorê Kobanê ye jî polîs û leşker tên bicihkirin. Gelek wesayîtên dûpişk û TOMA li sînor hatine bicihkirin. Li heman qadê duh kon ji aliyê leşker û polîsanv e hatibûn hilweşandin. Lê welatiyan serê sibehê dîsa berê xwe dan cihê kon. 

(zt)