Li rojhilat, başûr û başûrê Kobanê pevçûnên dijwar

12:48

JINHA


KOBANÊ – Li gundên rojava û başûrê Kobanê, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. 


Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji eniyên şer girtine, li gundên Bûbanê û Ziravikê yên li rojavayê Kobanê, di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku şer û pevçûn bi dijwarî dom dikin.


Nûçegihanan ragihand ku li gundê Eyînbet ê li rojhilatê Kobanê û herêma sînorê Bakûr jî pevçûn derketine û bi dijwarî didomin.


Li gundên Qişlê, Dongiz û Kofî yên başûrê Kobanê jî pevçûnên dijwar diqewimin.


Derbarê şer û pevçûnên li hersê eniyan de agahiyên zelal nehatin bidestxitin.


(zt)