Rageşiya li ser sînor didome
12:51
JINHA
RIHA - Leşker û polîsan hewildana careke din êrîş li welatiyên li gundê Edmanik ê navçeya Pirsusê ya Rihayê ya li ser sînor dikesin kir. HDP'iyan bi rayedarên leşkeran re hevdîtin kir û diyar kirin ku heke leşker êrîşê bikin dê encamên wê jî bibînin
Sekna welatiyên li ser sînor ên li gundê Edmanîk ê navçeya Pirsusê berdewam dike û leşker û polîsan hewil da ku êrîşê li welatiyan bikin. Li ser vê yekê heyeta di nav de Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî heye bi rayedarên leşkeran re hevdîtin pêk anîn. Faysal ji rayedarên leşkeran re got, "Dema li Kobanê provaya komkujiyekê tê kirin li benda vî gelî sakîn mayîn rastî nîn e" û wiha got: "Ev li vir ji bo piştgiriyê bide Kobanê kombûye û li hemberî wan êrîşan serî natewîne. Sê rojin hûn jî şahidê vê yekê ne. Ji ber vê yekê ya em ji we dixwazin rewşê sor nekin. Hevalên me niha li Enqere bi Wezîrê Karê Hûndûr re di nava têkiliyê de ne û em bi biryar in ji vir naçin. Hûn me hemûyan jî bikujin em ji vir naçin û we jî ev dît. Heke êrîşek jî çêbe em hemû dê bi encama wê de bimînin. Heke em li vî welati bijîn û li ber serê me êrîşên çeteyên li ser gelê me berdewam dikin, li bendê nebin em bêdeng bin. Divê li hemberî van êrîşan ewil Tirkiyeyê mudaxele kiriba. Em ji bo pevçûnê nehatin vir, heke hûn êrîşê bikin hûn e hûnê hesaba encama wê jî bidin."
'Pêvîst be em dê şer bikin'
Kesek din ê di nava heyeta DBP'ê de jî cih digirt jî ji rayedarên leşkeran re wiha got: "Em ji bo pevçûnan nehatin vir û em dizanin em dê li ku derê şer bikin. Em naxwazin hûn ji me re pirsgirêkan derbixin, heke pêvîst be em dê şer jî bikin. Em dixwazin hûn vê yêkê jî bizanin." Rayedarê leşkeran jî wiha got: "Em li ser xîmê zagonî têkoşîna xwe dikin. Ya tê fêmkirin hûn li vir bimînin. Divê em jî û hûn jî di çarçoveya zagonan de tevbigerin. Di seatên şevê de heya dereng ciwanan bi fîşekên hewayî êrîş li me kir. 6 leşker ji ber keviran birîndar bûn. Ji xwe em bi we re di nava diyalogê de ne."
Li ser vê yekê Faysal wiha got: "Em di nava diyalogê de lê em tu encaman nagirin" Sariyildiz ji rayedarê lekeran re got êrîşê nekin û li benda agahiya ji Enqere tê bimînin. Sariyildiz agahî dan girseyê jî û wiha got: "Gelê me di rê de ye û ber bi vir ve tê. Em dê heya deh hezaran kes tên vir bisekinin û biryara xwe bidin."
Di vê navberê de ciwanên Geverê bi meş û sloganan gihiştin qadê. Li aliyê din ekîbekî alîkariyê ya NY'ê hate qadê û ji ber ku tu rayedar nedîtin bi rayedarên leşkeran re hevdîtin kirin û xwestin lîsteya hewcehiyan çêbikin.
(zt)
