Endamê çeteyên DAIŞ’ê ji Rihayê sewqî Dîlokî hate kirin
14:40
Îlon
22
/ 2014
JINHA
RIHA – Endamê çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Ammar Alo ku di dema êrîş ali dijî Kobanê birîndar bûbû û ji bo tedawiyê anîbûn Rihayê, sewqî Dîlokê hate kirin.
Endamê çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Ammar Alo yê di êrîş ali dijî Kobanê de di encama pevçûnên di navbera YPG-YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû û ji bo tedawiyê anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf a Rihayê kirin. Piştre jî bi eskorta polîsan ve ew sewqî nexweşxaneya li Dîlokê hate kirin. Di dema sewiyatê de nexweşxane girtin bin dorpêça polîsan.
(zt)
