Leşker destûr nadin welatî vegerin Kobanê

15:24

JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê ku jiber qetliyamên çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê piştî ku zarokên xwe li vir binecih dikin ji bo li hemberî çeteyan Kobanê biparêzin vedigerin eniyên şer. Lê leşkerên tirk destûr nadin welatî cardin derbasî Kobaniyê bibin. Welatî vê yekî wekî "Ji bo me derî vekirin, lê nahêlin em vegerin. Dixwazin Kobanê vala bikin." 

Nêzî 5 hezar, zarok, jin û kalên ji Kobanê ji ber qetliyamên çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê li hin cihên hatine amadikirin hatine bicihkirin. Ciwanên ku malbatên xwe li Pirsûsê cih kirine ji bo tevli berxwedana Kobanê bibin cardin vedigerin eniyên şer. Lê welatiyên ku dixwazin vegerin, li ser sînor ji aliyê leşkeren tirk ve tên astengkirin. Welatiyan diyar kirin ku leşker nahêlin ew biçin welatê xwe û gotin: "Li ser axa me xwîna şehîdên me hene. Çi be bila bibe dive em vegerin."

Welatiyê asntengdêr Muhammed Yehya, got ku ew dixwazin vegerin welatê xwe û wiha axivî: "Em dixwazin biçin welatê xwe. Ev xaka me ye. Divê em nehêlin bikeve destê dijmin. Em ê xwîna xwe bidin lê axa xwe nadin. Li ser vê axê xwîna şehîdan heye. Pêwîst e em xwedî lê derbikevin. Axa me ruha me ye. Bila hemû kes ji bo parastina Kobanê vegere ser axa xwe." 

Dayîka bi navê Zelîxa Şêxi ya 65 salî, destnîşan kir ku leşkerên tirk destûr nadin ew vegerin welate xwe û ani ziman ku ew dixwazin vegerin ser welatê xwe. Welatiyê bi navê Meshûd Îbrahîm jî derbirî ku ji gundê Biraîşê ji bo xebatê çûbû Stenbolê, lê piştî li Kobanê êrîş derketine ew ji bo biçe eniyên şer hatiye heremê. Îbrahîm berdewamê de ev tişt gotin: "Ez dixwazim li ser axa xwe bimirim. Birçî bim jî tî bim jî dîsa dixwazim biçim. "

Îbrahîm her wiha anî ziman ku leşker destûr nadin ew vegerin Kobanê û wiha axivî: "Destûr didin yên ji wê derê tên. Lê destûr nadin ji vî alî biçin Kobanê. Dixwazin Kobanê vala bikin. Ez dixwazim hemû kes paş ve vegere."

Jina bi navê Nerîman Cimo a ji gunden Kobanê hatiye destnîşan kir ku bi zorê canê xwe ji destê çeteyan filitandine û wiha pêde çû: "Ev der jî axa me ye. Xwedî li me derketin. Leşker niha nahêlin em vegerin. Vê bi zanebûn dikin. Piştgiriyê didin DAIŞ'ê. Dixwazin kurdan tune bikin. Bi hezaran leşkeran ve destûr nadin em vegerin welatê xwe."


(zt)