Di êrîşa sînor de hejmara birîndaran zêde dibe
15:28
JINHA
RIHA – Li gundê Etmanîk a bi ser navçeya Pirsusa Rihayê di encama êrîşa leşker û polîsan a bi gule, bombeyên gazê û ava şid de gelek kes birîndar bûn.
Li gundê Etmanîka navçeya Pirsûsê ya Rihayê polîs û leşkeran bi ava şid, bombeyên gazê 3u guleyan êrîşî gel kirin, gelek kes birindar bûn. Welatiyê bi navê Cihan Akdemîr ji ber kapsula bambeyên gazê j ilingên xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Welatiyê bi navê Hayrettîn Kaçak jî ji ber kapsula bombeyên gazê li dilê wê ket birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Binçavkirin û rojnameger hatin tehdît kirin
Welatiyeke ciwan ê navê wî nehat hînbûn ji aliyê cendirmeyan ve hate binçavkirin. Ciwanê ku rûyê wî di nava xwînê de ma ligel îtiraz kir jî hate binçavkirin û ew xistin wesayîtekî leşkerî. Polîs û leşkerên ku destûr nedan rojnameger wêne bikêşin, rojnameger tehdît kirin û hatin astengkirin ku dîmenan nekêşin. Polîs û leşker ji bo rojnamegeran li cihê bûyerê dûr bixin bênavber ew tehdît kirin.
Rojnameger birîndar bû
Di dema bûyeran de nûçegihanê rojnameya Hurriyekê ji ber bombeya gazê l ilingê wî ket birîndar bû. Pevçûn li gelek cihan belav bû di encama berxwedana gel de leşker û polîs li cihê xwe paşve vedikişin.
‘Ma rûmeta w enîn e?’
Di wesayîtên leşkeran de anonsa “zarokno, mezin we dixapînin” tên kirin û gel bi govend û dirûşman bersivê didin. Ciwanan jî bang li leşkerên kurd kirin û pirsa “hûn çawa gaze davêjin gelê xwe ma qet rûmeta we nîn e” kir. Di wesayîtên leşkerî de sirûdên nijadperest û netewperest tên lêdan û êrîş didome.
(zt)

