Dema evîn dikeve dil…

12:43

Mizgîn Tabu / JINHA


AMED – Par di 12’ê îlonê de li girtîgehên Tirkiye û herêmê greva birçibûnê hatibû destpêkirin û piştî 68 rojan çalaki bi dawî bû. Çalakiya birçibûnê ya 68 rojan bi navê ‘Dema evîn dikeve dil…’ bû mijara belgefîlmê.


Bi pêşengiya xebatkarên Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD), belgefîlma çalakiya birçibûnê ya 68 rojan berdewam kir tê çêkirin. Çalakiya birçibûnê di 12’ê îlonê sala 2012’an de des pê kir û li Tirkiyeyê bû mijara yekem.  Bi pêşengiya OSAD’ê û bi alîkariya Komeleya Piştewaniya Malbatên Girtî, (TUAY-DER), Federasyona Piştewaniya Darazkirî û Girtî (TUHAD-FED), baro, tabîb û malbatan belgefîlm tê amadekirin.  Çalakiya birçibûnê ya sala 1982’an a li Amedê pêk hatî jî bû mijara belgefîlmê. OSAD, dê kesên ku di sala 1982’an de tevli çalakiya birçibûnê bûnê re hevdîtin pêk bînin. Belgefîlm dê bi navê ‘Dema Evîn Dikeve Dil’ bê weşandin û derhênerên belgefîlmê Haşîm Aydemîr û Rojhilat Aksoy da zanîn ku xebateke 4 mehe didomin û dê piştî mehek şundê dê derkeve pêşperî fîlmhezan.


Derhêner Rojhilat Aksoy, di axaftina xwe de bal kişand ser navê belgefîlmê û wiha got: “Gerînendeyê Giştî yê berê yê Azadiya Welat û rojnameger Tayîp Temel dema çalakiya birçibûnê de bi navê ‘Dema Evîn Dikeve Dil, Tirs Bardike’ nivîsek nivîsandibû.  Li gorî me ev hevok hesta pêvajoyê baştir tîne ziman. Me jî navê belgefîlma xwe kir ‘Dema evîn dive dil..”


982’den 2012’ye açlık grevleri belgesel oluyor


Rojhilat, diyar kir ku ku 4 meh beriya niha dest bi belgefîlmê kirine, dema xebat dane destpêkirin jî gelek kes bi hestiyarî nêz bûye û alîkarî daye. Rojhilat wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji bo belgefîlmê bi malbatan re ketine têkiliyê. Kesên ku vê demê di komîsyonan de cih digirtin re me hevdîtin pêk anî. Nêrîn û alîkariya Baro, TUAY DER, TUHAD FED ve Yekîtiya Tabîban ji bo belgefîlmê girîng bû.”


Derhêner Rojhilat di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya grevên birçibûnê û da zanîn ku yekitiya girtî û gel bandorê li ser belgefîlmê kir. Rojhilat, wiha got: “Divê pêvajoyên dîrokî pêşerojê re bimîne. Girtîgeh armanc dike ku gel û girtiyan li hevdû biqetine. Lê tu carî ev pergal negihişt armanca xwe. Dengê girtiyan bêtir bilind bû û piştgirî her ku çu bilind bû. Li Amedê şev û roj çalakiyên piştgiriyê hatin kirin.” Rojhilat, destnîşan kir ku piştgiriya JINHA, (DİHA), İMC TV û çapemeniya din jî ji bo belgefîlmê girîng bû.


(la)