Bi gefên mirinê êrîş li gundê Edmanikê kirin

16:28

JINHA


RIHA - Êrîşa polîs û leşkeran a li dijî gelê piştgiriyê dide berxwedana Kobenê ber bi gundê Edmanika Jêrê ve çû û polîsan bi ser malan de girt û anonsên "Em dê we hemûyan bikujin, em dê canê we û rihê we bigirin" kirin û welatî tehdît dikin.

Polîs û leşkeran di seatên nîvro de careke din êrîş li welatiyên hatin sînor kir û êrîşa xwe heya gundê Edmanika Jêr birin. Polîs û leşkeran dikeve malan û bombeyên gazê diavêje malan. Polîs û leşkera bi panzeran li hemberî gel anonsên "Em dê we hemûyan bikujin, em dê can û rihê we bigirin" gefan li welatiyan dixwin. Ligel vê yekê polîs û leşker dûjînin dijexlaqî li welatiyan dikin û bombeyên gazê avêtin mizgefata gund jî. Polîs û leşker li hemberî gel bi guleyên rast êrîşan dikin û raste rast welatiyan hedef digirin. Jina bi navê Dîlan a ku paşnavê wê nehate zanîn bi bombeya gazê ya li piyê wê ket birîndarbû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê. Her diçe hejmara kesên tên binçavkirin zêde dibe û kesên tên binçavkirin ji aliyê leşker û polîsan ve bi dijwarî rastî lêdanê tên û ev yek jî aliyê rojnamegeran ve hate kişandin. Hate dîtin ku leşkeran welatiyeke ji kincên wê tê fêmkirin Rojavayî ye bi lêdanê di erdê re rakêşandin û birin wesayîta leşkeran. Ciwan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiva êrîşên polîs û leşkeran didin.

(zt)