Walatî raste rast hedef tên girtin

16:42

JINHA


RIHA - Di navbera polîs, cendirma û welatiyên ku ji bo piştgiryê bi berxwedana Kobanê da ku ev bi rojane dibin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ye hatine Pirsûsê pevçûnên dijwar qewimîn. 

Li gundê Edmanik ya Pirsusa Rihayê, polîsên ku bi wesayîtên zirxî yên Şortland mudaxale li welatiyan kirin, hewl dan ku welatî bi wesayîtên xwe qeza derbas bikin. Ji bo vê polîs û cendirmeyan wesayîtên welatiyan li ser rê taciz kirin û bombeyên gazê avêtin nava wesayîtan. 

Li Deşta Pirsûsê di navbera aliyan de 4 saetan bê navber pevçûnan rû da. Polîs û cendirmeyan welatî raste rast hedef girtin û bi bombeyên gazê êrîş li wan kir. Her wiha hêzên dewletê bi çêrên pir giran heqeret li welatiyan kirin. 

Li qada ku serê sibê tangek jî hatiye bicihkirin, polîsan bi wesayîtên xirxî ketin nava welatiyan û xwestin wan pirçiqînin. Vê demê rojnamevanekî biyanî ku navê wê û satiya lê dixebite nehate hînbûn pêşiyê polîsan ew derb kir piştre jî hate binçavkirin. Di heman demê de polîsan welatiyên ku tenê girtin di nava wesayîtên zirxî de derb kir. Vê demê du welatiyên hatine derbikirin û navên wan nehatin hînbûn hatin derbkirin. Di encama pevçûnan de welatiyê bi navê Davut Talî ji aliyê polîsan ve hate derp kirin û ew rakirin nexweşxaneyê. 

Li heremê pevçûn didomin. 

(zt)