Li Kobanê 6 tirimpêlên çeteyan hatin rûxnadin

17:06

JINHA


KOBANÊ -Hêzê YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Kobanê çalakî lidar xistin û di encamê 6 tirimpêlên çeteyan hatin rûxandin, gelek çete hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.


Şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li gundên Seftik û Moman ên roajvayê herêma Kobanê çalakiyeke bi bandor lidar xistin. Di encamê de gelek çete hatin kuşin û gelekî jî birîndar bûn. Çavkaniyan diyar kirin ku di bêrîka çeteyekî kuştî de ala Dewleta Tirk hate dîtin. Li gorî heman çavkaniyan ji ber dijwariya pevçûnên di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehate nasîn. Çavkaniyên herêmî jî destnîşan kirin ku di şer û pevçûnên li gundê Şêx Şoban ê li başûr-rojhilatê herêmê de 5 tirimpêlên çeteyan ên doçka liser ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin rûxandin. Hat zanîn ku îro saet di 16.45'an de li gundê Dendik ê li rojavayê herêmê tirimpêleke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin.


Şer û pevçûn li herêmê li hersê eniyên rojhilat, başûr û rojava bi dijwarî didomin.


(zt)