Abdullah Ocalan: Gelê me divê jiyana li gorî şer teşe bike
17:29
JINHA
STENBOL –Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di hevdîta xwa ya bi wasî û parêzerê xwe Mazlum Dînç de bangawaziya xwe ya ji bo seferberiyê dubare kir û wiha got: “Tenê ne gelê Rojava Bakur û hemû parçeyan gelê kurd divê li gorî vê yekê teşe bidin jiyana xwe. Ez bang li hemû gelê dikim ku li dijî şer derbasî berxwedanê bibin.”
Wasî û parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Oclaan Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serê sibehê çûbu girava Îmraliyê û li wir vegeriya. Mazlum ji hevdîtinê vegeriya li ber Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê daxuyanî da çapemeniyê. Mazlum diyar kir ku di hevdîtinê de Abdullah Ocalan jê re gotiye ku ligel ew ji bo hemû gavên damokretîk amadeye jî hikûmet tu gavan navêje. Mazlum wiha axivî: “Birêz Ocalan got ku ew ji bo çareserkirina çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk ji bo hemû gavan amade ye lê hikûmet û dewlet pêvajoya muzakereyê nade destpêkirin.”
Mazlum got ku Abdullah Ocalan têkîldarî serbestberdana xebatkarên sefîrxaneyê yên di destê DAIŞ’ê de û muzakerên di navbbera hikûmet û DAIŞ’ê re wiha gotiye: “Bi taybetî ji bo serbestberdana dîlên li Musilê dewletê bi awayeke aşkera muzakere pêkaniyê û ji raya giştî re aşkera kiriye lê di mijara çareserkirina pirgsirêka kurd de pêvajoya muzakereyê hêj nedaye destpêkirin.” Mazlum destnîşan kir ku Abdullah Ocalan gotiye divê di demeke kin de muzakere dest pê bike û derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jî ji bangawaziya xwe ya seferberiya ya ji bo gelê kurd dubare kiriye. Mazlum têkîldarî mijarê gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Li aliyê din têkîldarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hemû gelê me bi teybetî divê xwe li gorî şer amade bike teşe bide jiyana xwe. Niha li Kurdistanê şereke kur heye. Tenê ne gelê Rojava, Bakur û hemû parçeyan gelê kurd li gorî vê yekê teşe bide jiyana xwe. Ez bang li gelê kurd dikim ku li hemberî şerê kur derbasî berxewdanê bibin.”
(zt)

