Meclisa Jinan a BDP: Zarokên Sêrtê întihar nekirin hatin qetilkirin

13:23

 


JINHA


ENQERE - Meclisa Jinan a BDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina 2 zarokên keç ên li Sêrtê şermezar kir û wiha got: “Hovîtiya li hemberî zarokên keç ên 13 û 15 salî bi tundî şermezar dikin. Dê wekî her car li qadan li hemberî qetilkirin û hovîtiya li hemberî jinê bertekên xwe binin ziman. Em tu carî şîdet, qetilkirin û hovîtiya li hemberî jinê qebûl nakin. ”


Meclisa Jinan BDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser qetilkirina jinan a demên dawiyê û da zanîn ku bi serdestiya hikûmeta AKP’ê şîdet û qetilkirina jinê ji sedî hezar 400 zêde bûye. Daxuyanî wiha dom kir: “Qetilkirin û şîdeta li hemberî jinê ji ber polîtîkayên şer pêk tê. Li ser erdnegariya Kurdistanê jî hejmar her ku diçe zêdetir dibe.  Bi hatina hikûmeta AKP’ê şîdeta li hemberî jinê zêde bûye û qanûnên ku tên derxistin jî mafê jinê naparêze, bêtir mêrê diparêze.”


Di daxuyaniyê de qala helwesta çapemeniyê jî hat kirin û hat diyar kirin ku nûçeyên ku jinê sûcdar dikin, rastiyê vedişerin û şîdet û qetilkirina jinê meşrû dikin.  Meclisa Jinan a BDP’ê di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser modela civakê ya ku ji hêla AKP’ê ve tê afirandin û wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê her roj 5 jin tên qetilkirin. Nê qetilkirin û qirkirina jinê ye.”


Meclisa Jinan a BDP’ê di daxuyaniya xwe nivîskî de bal kişand ser skandalen ku li Sêrtê pêk tê û diyar kir ku di nava rojekî de 2 zarokên keç hatin qetilkirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Dîmenên ku li Sêrtê derdikevin rastiya Tirkiyeyê. Zarokên 13 û 15 salî bi navê namûsê hatin qetilkirin. L.B (15) bi tifingê hat qetilkirin û S.O (13) salî jî serê wê hat jêkirin. Niha rewşa S.O. di xeterê de ye, têkoşîna jiyanê dide. Çend malbat bibêje hewldaneke întihariyê jî em bawer nakin. Ne întihare û qetilkirine.”


(la)