3 Hezara ciwanên Kobanê vegeriyan û tevlî YPG'ê bûn
18:12
Îlon
22
/ 2014
JINHA
KOBANÊ -3 Hezar ciwanên Kobanê ji Bakûrê Kurdistanê derbasî herêma Kobanê bûn û niha li goristana tekoşeran soza tevlîbûna nava rêfên YPG'ê didin.
3 Hezar ciwanên Kobanê di deriyê sînor re derbas herêma Kobanê bûn û berê xwe dan goristana tekoşeran a herêmê da ku soza xwe bidin û tevlî refên YPG'ê bibin. Ciwan bi armanca parastina herêma xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê derbasî bûn û dê çekan hilgirin û berê xwe bidin qadên parastina Kobanê.
Îro danê sibê jî 3 hezar welatiyên herêma Kobanê ku li Bakûrê Kurdistanê bûn di deriyê sînor re derbas bûn û vegeriyan herêma xwe.
(zt)
