Polîsan li Pirsûsê bombeyên gazê avêtin avahiya DBP’ê û hundirê malan

18:34

JINHA


RIHA – Welatiyên ku ji bo piştgiriya Kobanê ya ku berxwedaneke bêhempa li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê nîşandan hatin navçeya Pirsûsê rasti êrîşa hêzên dewletê hatin. Polîsan bombeyên gazê avêtin hundirê malan û avahiya DBP’ê, kesek ji serê xwe birindar bû. 

Welatiyên ku ji bo piştgiriya Kobanê ya ku berxwedaneke bêhempa li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê nîşandan hatin gundê Enmanîkê ya Pirsûsê piştî êrîşa hêzên dewletê xwe spartin navenda Pirsûsê , li vir jî polîsan êrîşî gel kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşê welatiyên ku li ber avahiya DBP’ya taxa Cumhuriyetê kom bûbûn kir. Pevçûna di navbera polîs û gel de didome.

Polîsan ewil kolana ku derdekive avahiya DBP’ê dorpêç kir û piştre jî bombeyên gazê avêt kolanê. Destûr nedan gel wir derkevin û di heman demê de bombeyên gazê avêtin avahiya DBP’ê jî. Hate zanîn ku jin û zarokên di avahiyê de jî ji ser xwe ve çûne. Polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin kolanê û ji pencereyên malan jî bombeyên gazê avêtin hundirê malan. TOMA’yên li navenda navçeyê digerin hê jî bombeyên gazê davêjin derûdorê. Sekna girseya ku di nav de parlemanterên HDP’ê Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Bînîcî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kumuran Yuksek û Hevserokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş jî hene li ber avahiya DBP’ê didome. 

Di dema êrîşê de Endamê meclîsa Şaredariya Pirsûsê Mustafa Ayhan ji berr bombeya gazê ji serê xwe birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. 

(zt)