'Gelo yên zarokên min dîtîn hene?'

09:10

Azê Boran/JINHA


HEWLÊR – Dayîkeke Şengaliya ku ji qirkirina çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûyî di destê wê de du wêneyên zarokên wê hene… “Gelo yên zarokên min dîtîn hene?” Ji her kesê zarokên xwe diprise. Di her pirskirinên de bi hirikbariya rondikên çavên xwe bersivê digire. Lê cardin jî hêviyek wê heye bi wê hêviyê pirs dike, di hindirê xwe de dibêje dibeku yek yê wan nas bike yan jî wan dîtibe derkeve pêşiya min…


Piştî qirkirina Şengalê bi hezaran zarok ji malbatên xw wendabûn. Hinek ji wan zarokan jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin. Malbatên Şengaliyan yên ku bûn muxdurê qirkirinê û koçberiya bi darê zorê, ji bo dîtina zarokên xwe bi her awayî rêbazan di ceribînin. Weke van wêneyên di destê vê dayîkê de li zarokên xwe digere… Gelo yên zarokên min dîtîn hene? Li her du zarokên xwe digere û vê pirsê ji her kesê dike. Di her pirskirinê de bi herikandina rondikên çavan bersivê digire. Lê cardin jî hêvîyek ya dayîkê heye bi wê hêviyê wêne nîşanî her kesî dide we her dem difikire dibe ku yekî wan nas bike yan jî ewana dîtibe hebe. Dayîka ku ji êş û şewata zarokên xwe dema wêne nîşan dide destên wê di recifin û li gel wê jî xwe li hêviyên xwe pêçaye û her dem hêviya wê heye dibe ku kesekê yê wan dîtî bibîne. Dema ku ew dayîk li Şengalê bûye DAIŞ’ê erîşî ser gunêdê wan kir. Tenê dayîkê karî du zarokên xwe rizgar bike. Her du zarok jî yek li ber milê wê bû yê dinê jî berasteng bû. Lê nekarî her du zarokên xwe yên dinê rizgar bike. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê wan kiriye du zarokên wê di wesayîtê de mane û wê her du zarokên xwe yên dinê girtiye û reviye. Wê demê ew wesayîta ku her du zarokên wê yên dinê têdebûye ketiye destê çeteyên DAIŞ’ê û çî li wan her du zarokên wê hatiye nizane. Zarokên dayîkê dijîn yan na wê jî nizane. Ew her dem bi hêviya dibe ku jiyan dikin dijî û li wan digere. Ji ber wê jî cardin di pirse “Gelo yên zarokên min dîtîn hene?”


(zt)