Februniye Akyol: Divê bi giyana seferberiyê li Kobanê xwedî derkevin
09:20
Beritan Elyakut-Şehriban Aslan/JINHA
MÊRDÎN – Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol bertek nîşanî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kantona Kobanê da. Februniye diyar kir ku êrîşên ser Kobanê êrîşên ser hemû gelanin, ji ber wê jî divê her kes seferber bibin û biherikin ser sînorê Kobanê.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê her diçe bertek zêde dibin û ji her kesîmên civakê banga seferberiya Kobanê tên kirin. Piştî Şengalê gelê kurd li hemberî êrîşên çeteyan yên ser Kobanê seferbarî îlan kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol jî ser rewşa Kobanê nirxandin kir û di despêka axaftina xwe de berxwedana Kobanê hêzên YPG û YPJ’ê silav kir û got: “Di van rojên dawiyê de em bi Kobanê re radibin û bi Kobanê re radizin. Bi tayîbetî jî ez êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gelek hovane û ne mirovane dinirxînim. Kobanê nîşandana hêza parastina meye. Emê tu carî desturê nedin ketina Kobanê û emê li gel gelê xwe hêzê bidin berxwedanê.”
‘Dewletên derve jî alîkariyê didin van barbaran’
Februniye da zanîn ku ji çar aliyan ve êrîşên gelek giran ser Kobanê hene. Februniye balkişand ser bûyerên hovane yên berî niha çeteyên DAIŞ’ê bi ser gelê Musil û Şengalê anîn, bi teyîbetî jî zilma li jinan kirin, di bazarê de firotina wan û revandina wan û wiha domand: “Dewletên derver jî alîkariya van hovan dikin. Evane bi tenê nikarin wiha bi hêzbin. Di roja despêkirina êrîşên ser Kobanê de berdana 49 girtiyên tirkan di serê me de nîşana pirsê çêdike. Divê despêkê hikumeta tirkan despêkê daxuyaniya vê bidin. Ev çawan bû? Nikarin serê vê bigirin. Di encama kîjan bazarê de ew girtî berdan? Dema ku vê diyar nekin tu gel baweriya xwe bi tirkiyê nayînin.”
‘Divê bi giyana seferberiyê hemû gel li Kobanê xwedî derkevin’
Februniye destnîşan kir ku êrîşên ser Kobanê êrîşên ser hemû gelanin, niha YPJ/YPG û HPG parastina hemû gelên Rojhilatanavîn girtine ser milê xwe. Februniye bilêvkir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser hemû gelên Rojhilatanvîne, ji ber wê jî divê hemû gelên Rojhilatanavîn û Tirkiyê ji bo çuyîna ser sînorê Kobanê seferber bibin.
(zt)

