Li başûrê Kobanê 45 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

09:26

JINHA


RIHA - Li gundê Rovî ya başûrê Kantona Kobanê û derdora wê pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de her ku diçe zêde dibe. Hate ragihandin ku di encama pevçûnan de 45 çeteya DAIŞ'ê hatine kuştin. 

Li gundê Rovî ya başûrê Kantona Kobanê û derdora wê pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de her ku diçe zêde dibe. Şervanên YPG'ê û YPJ'ê li hemberî êrîşên çeteya DAIŞ'ê ya bi tank, top, hawan, doçka û fuzeyan berxwedanek bêhempa didin nîşandan û derbên pir giran li çeteyan didin. Çavkaniyên YPG'ê diyar kir ku di encama pevçûnan de 45 çete hatin kuştin û hêzên YPG'ê çûn ser cenazeyan tespît kirin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de 2 şervanê YPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye.

Li heremê şer didome. 

(zt)