Li eniyên Kobanê ekîbên tenduristiyê
10:06
JINHA
KOBANÊ - Li eniyên şer ên herêma Kobanê ekîbên tenduristiyê sivîl û şervanên birîndar bi awayekî lezgîn derman dikin û wan radikin nexweşxaneyên bajar.
Wezareta Tenduristiyê ya herêma Kobanê di hundirê bajarê Kobanê de û li eniyên şer nuqte û navendên xwe yên tenduristiyê vekirine. Li van nuqteyan welatiyên sivîl û şervanên YPG'ê yên birîndar bi awayekî lezgîn tên dermankirin û wan radikin naxweşxaneyên bajar. Wezaretê bêhtirî 10 bijîşk û gelek xebatkarên tenduristiyê li eniyan erkdar kirin. Li navenda tenduristiyê ya bajarê Kobanê de jî hemû cure bijîşkên pispor hene û ji navend ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê Nasan Ehmed tê birêvebirin. Nasan Ehmed got ku ji bo pêşwazîkirina birîndaran li eniyên şer nuqteyên tenduristiyê hatin vekirin û da zanîn ku akîpên wan di her demê de ji bo dermankirina sivîl û şervanên birîndar amade ne.
Nasan Ehmed bang li hemû bijîşk û pisporên tenduristiyê kir ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêmê erka xwe ya mirovî bicih bînin.
(zt)
