Ketina Telebyad heye lê ya Kobanê tuneye!

10:38

JINHA


RIHA - Hate zanîn ku ji Deriyê Sînor ê Kobanê Serxet a li hemberî Kobanê ya di destê YPG'ê de û Telebeyd a weke baregeha çeteyên DAIŞ'ê ye derbasbûyîn ji welatiyên Kobanê re qedexeye lê ji bo ketina Telebyadê serbest e û ji derketina wê re qedexeye.

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê gelek welatiyên Kobanê malbatên xwe naîn navçeya Pirsusê ya Rihaê û careke din xwestin vegerin Kobanê. Lê di hatinê de ji welatiyên Kobanê re destûr hate dayîn lê dema careke din vegerin û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin ji aliyê dewleta tirk ve destûr nayê dayîn. Hate hînbûn ku ji welatiyên Suriyeyî yên dixwazin biçin Telebyadê ya çeteyên DAIŞ'ê weke baregeh bikartîne destûr tê dayîn û lê ji Telebyadê vegeriyan Tirkiyeyê qedexe ye.

Li sînor ala DAIŞL'ê

Çend meh berê çeteyên DAIŞ'ê Telebyad a girêdayî Rakka ya ku di destê Artêşa Azad a Suriyeyê de girtin û li navçeyê ala xwe daliqandin û ala çeteyan li navçeya Akçakaleyê bi rihetî tê dîtin. Ji Telebyadê re roja duşemî û înê destûra Suriyeyîna a derbas bibin tê dayîn. Welatiyên Akçakaleyê diyar kirin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo Telebyadê tenê ambulans derbas dibin.

'Di nava rojekê de 8 birîndar anîn'

Welatiyê bi navê Remzî Unlu, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên birîndar gelek caran tînin Akçakaleyê û roja çeteyan êrîş li Kobanê kirin 8 çeteyên birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê. Unlu, anî ziman ku hefteya dawî de her roj ambulans ji Telebyadê tên navenda navçeyê û wiha got: "Roja êrîş çêbû 8 çeteyên DAIŞ'ê anîn. Yek li vir mir û 7 jî birîndar in. Li vir derbasbûyîn heye lê ji wir hatin tuneye. Derbasbûna aliyê din serbest e." Unlu, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê bûne cîranê Tirkiyeyê û wiha axivî: "Telebyad di destê Artêşa Azad a Suriyeyê de bû. Çend meh berê êrîş li wir kirin û di nava du rojan de ala xwe li wir daliqandin. Em bi wan qatilan re bûne cîran. Em welatî vê yekê qebûl nakin."

Welatiyê bi navê Îsmaîl Yilmaz jî diyar kir ku ambulans birîndaran dîtin vî alî û wiha got: "Ambulans birîndaran tînin. Lê bi ambulans çi tiştên din tînin vî alî em nizanin."

'Dema kesên dîl hatin girtin teslîm kirin minîbûsek derbasî Telebeydê bû'

Welatiyan diyar kir ku roja çeteyên DAIŞ'ê 49 kesên li balyozxaneya Musilê girtin li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê teslîmî Tirkiyeyê kirin tedbîrên awarte hatin girtin. Welatiyan da zanîn ku dema MÎT, Waliyê Rihayê Îzettîn Kuçuk, Midûrê Polîsan ê Rihayê û gelek rayedarên din ên dewletê li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê disekînin ji Tirkiyeyê minîbûsek derbasî Telebeyadê bû û wiha gotin: "Çeteyên DAIŞ'ê kesên dîl girtin anîn herêma tampon a deriyê sînor berdan. Di wê demê de ji Tirkiyeyê minîbûsek derbasî Telebeydê bû. Dema kesên dîl hatin berdan nêzî 400 çeteyên DAIŞ'ê jî li nêzî deriyê sînor hatin bicihkirin û wan ew dîtin."

(zt)