PDK-S'iyan ji bo Kobanê partiya xwe şermezar kirin

10:42

JINHA


HEWLÊR -Li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, komek ji endamên PDK-S, ji ber ku partiya wan di berxwedana Kobanê de cih girtiye, partiya xwe protesto kir.


Koma avêt ser buroya PDK-S'ê ya li Hewlêrê, bang li rêveberiya partiyê kir û got, "Ya tevlî berxwedana li Kobanê bibin, yan jî dest ji siyasetê berdin."


Di dema protestoyê de rêveberên partiyê ji avahiyê derketin û çalakgeran dest danîn ser hin belgeyan. Piştî ku rayedarên partiyê bang li asayîşê kirin, protestovan bi zorê ji avahiyê hatin derxistin.


(zt)