Çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî gundê Kobanê bûn û 5 kes qetil kirin
11:03
JINHA
RIHA -Derket holê ku çeteyên DAIŞ'ê ji ailyê Tirkiyeyê ve derbasî gundê Sêlîm ê Kobanê bûn û 5 welatiyên parastina gund dikirin qetil kirin. Welatiyê bi navê Bavê Osmanê ku ji komkujiyê xilas bûn wiha got: "Heke Tirkiyeyê destûra çeteyan nedaban nemumkûn bu ku çeteyên DAIŞ'ê bigihijin gundê me."
Derket holê ku çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê îlonê de ji gundê Goktepe yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê derbasî gundê Sêlîmê ê Kobanê bûn û 5 welatiyên parastina cewherî dikirin qetil kirin. Welatiyê bi navê Bavê Osman ê ku ji komkujiyê xilas bû, diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş gundê wan kir bi tememî gund hate valakirin. Osman, anî ziman ku ciwanên gund li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yekîneyên parastina cewherî avakirin û wiha got: "Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş li gund me kirin kesên pîr, jin û zarok derbasî Tirkiyeyê bûn. Yekîneyên me yên parastinê jî ji bo ber xwe bidin li gund man. Lê di destê ciwanên me de çekên giran tunebû. Yekîneyên me bi derfetên xwe yên kêm şer kir. Yekîneyên me ji bo parastinê malek diyar kiribû. Di encama bombebarana çeteyên DAIŞ'ê de 4 şervanên me jiyana xwe ji dest da."
Şervanê dîl girtin înfaz kirin
Osman, da zanîn ku şervaneke parastina cewherî dîl ket destê çeteyên DAIŞ'ê û li nava gund înfaz kirin û wiha pê de çû: "Ciwanê me yê dîl ket li nava gund înfaz kirin. Bi hov serê wî jê kirin. Mirovahî li ku der vê yêkê ye? Armanc wan çî ye? Du gundên derdora gundê me ji aliyê şervanên YPG'ê ve tên parastin. Çeteyên ketin gundê me ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin. Heke Tirkiyeyê destûr nedaba em ev hovîtî nedijî." Osman, destnîşan kir ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de welatiyên gund hatin sînorê Goktepe û ji ber ku leşkeran destûra wan neda derbas bibin çeteyên DAIŞ'ê ew gulebaran kirin.
(zt)
