Tevî astengiyên leşkerên Tirk Kobanî vedigerin

11:05

JINHA


KOBANÊ - Welatiyên herêma Kobanê yên li Bakûrê Kurdistanê tevî ku leşkerên Tirk gule li wan barandin, bi israra xwe deriyê sînor bê wate kirin û niha jî derbas dibin.


Îro danê sibê welatiyên herêma Kobanê yên li Bakûrê Kurdistanê li ber deriyê sînor ê bi Kobanê re kom bûn da ku vegerin herêma xwe û beşdarî şerê parastina xaka Kobanê bibin. Leşkerên Tirk rê nedan welatiyên ku vegerin welatê xwe û parastina wê ji çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşkar bikin. Piştî vê welatiyên hewldan ku derbas bibin, lê rastî êrîşa leşkerên artêşa Tirk hatin. Ji bo ku girseyê ji hev belav bikin leşkeran gule li welatiyan barand. Welatiyên herêmê israr kirin ku derbasî herêma xwe bibin û ji ber vê jî leşker neçar man ku deriyê li pêşiyan wan vekin. Niha welatiyên Kobanê di deriyê sînor re derbasî herêma xwe dibin. Kesên vedigerin malên xwe wê çekan hilgirin û tevlî şerê berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bibin.


Duh danê sibê zêdetirî 3 hezar welatilyên Kobanê di deriyê sînor re derbasî Kobanê bûn. Piştre 3 hezar ciwanên Kobanê yên li bakûr jî xwe li deriyê sînor dan û derbasî herêmê bûn. Her 6 hezar welatiyên ku derbasî herêmê bûne bi armanca ku herêma xwe ji çeteyên hov ên DAIŞ'ê biparêzin berê xwe dan goristana tekoşeran. Li goristanê soza parastina, rûmet, namûs û xaka Kobanê dan û gotin ku tu caran wê nehêlin lingên çeteyan ên gemar axa pîroz qirêj bikin.


(zt)